Cureyên cihêreng a zordariyê

Hüseyin Aykol •

Ji bo ku zordarî ya polîtîk a li Tirkiye yê baştirîn bê fêm kirin, Pages de gauche (Rûpelên çep) bi rojnamevan Huseyîn Aykol re hevdîtinekî pêk anî. Aykol demekî dirêj di rojnameya Özgür Gündem’ê de xebitî ye. Ev rojname di sala 1992an de hatiye avakirin û yek ji rojnameyên bingehîn ê kurdan e. Ev rojname heta niha gelek caran ji hela dewletê ve hatiye girtin û herî dawîn jî di sala 2016an bi temamî hat qedexekirin. Aykol, niha di rojnameya Yeni Yaşam (Jiyana nu) de nivîskar e. Ev rojname jî wekî berdewama rojnameyên kurdan en berê ye.


Makale burada Türkçe olarak mevcuttur.

Gelo hun dikarin xwe bi xwendevanên me re bidin nasîn?

Ez rojnamevanim. Lê belê ne tenê rojnamevanim. Di nav sîh salên dawîn de min di derxitina nêzî pêncî rojnameyê de cîh girt û di gelek ji van rojnameyên de jî rêverbertî kir. Hemû ev rojname bi taybetî pirskirêka kurd le her wiha pisrgirêk, daxwaz û nêrînên hêzen demokratîk bi awayekî berfireh radigîhandin gel.

Ji ber van xebatan ez gelek caran di girtîgehê de jî mam. Ji xeynê vê yekê, her wiha di dema derbe ya leşkerî û faşist ya 12 îlon 1980an de jî, bi hinceta ku endamê partiyeke komunîst û illegalim hatim girtin û deh sal di girtîgehê de mam.   

Gelo niha li dadgehên Tirkiyeyê çend dozên siyasî hene ?

Tenê derheqê min de, ji ber karê min ê rojnamevanî, 63 doz hatine vekirin. Ji ber vê yekê gelek zehmete ku mirov hêjmarekî bi giştî derbarê dozên siyasî yên li Tirkiyeyê tiştekî bibêje. Dayîna hêjmarekî bi rastî jî gelek zehmet e.

Lê belê em dikarin bêjin ku hêjmara girtiyên siyasî diyar e. Lê ji bo vê yekê jî em dikarin bibêjin ku du cureyên girtiyên siyasî hene. Ya yekemîn endamên HDPê, ango kesên ku nêzê siyaset a HDPê ne. Ev yek jî derdoré penç hezar kesin. Di nav vê hêjmarê de parlementer, şaredar, rêveberên partiyê û endamên partiyê hene.

Duyemîn cere ya girtiyên siyasî jî ji kesên tevgerên rastgirên îslamî pêk tên û hêjmara wan jî nêzî 50 hezar e. Ev kes ji dadger, endamên artêş û polis, karbidest û her wiha ji memûrên dewletê pêk tên. Bi taybetî jî endamên tevgera Gülenin. Ev tevger qasî 15 salan hevalbendê hikûmeta AKPê (Partiya Erdogan) bû. Lê ev « hevalbendî » berdewan nekir. Ji ber ku vê tevgerê nedixwest hêza dewletê parve bike û ji bo kû vê hêzê bi giştî yekdest bike di sala 2016an de xwest derbeyekî bike. Lê ev hewldanên wan têk çû. Piştî vê hewldanê jî ji hêla hikumeta AKPê ve zordariyekî mezin li wan hat kirin û gelek endamên vê tevgerê jî hatin girtin.

Sedemên sereke ji bo van dozan çine gelo?

Hemû rexneyên li dijî hikumetê, bi taybetî jî li dijî serokwezîr Erdogan, sedema cezayê ye. Hema hema ji sedî 95 çapemeniya tirkiyeyê di bin kontrola hikumetê de ye û ev çapemenî tu car mafê axaftinê nade dijberên hikûmetê.  Herwiha hemû rexneyên li ser internetê û li ser torên civakî bi awayekî tund û bi lez tên ceza kirin. Ger kesekî/ê rexneyekî bike, hema polîs diçe mala wî/wê û wê/wî kesî/kesê dibe qereqolê. Yek hevokekî li dijî Erdogan dikare bibe sedema girtina mirovan.

Dewlet herwiha zext û zoriyên bi çi rengî bikartîne?  

Girtîgeh bi tena serê xwe cezayekî giran e. Lê herwiha mirov karên xwe jî wenda dikin. Bi hezaran kes bi rêziknameyan karê xwe wenda kir. Ez baş dibêjim rêzikname, ji ber kû ev bir yar li gorî zagonan nayên girtin. Dema ku mirov ji ber rêziknameyekî karê xwe wenda bike, êdi pir zehmete karekî din bibîne.

Gelo em dikarin bibêjin ku buyerên di sala 2016an de pêk hatin bûnin sedema zext û zorî ya li Tirkiyeyê ?

Na, je ber kû zext û zordarî piştî ku hikumeta AKPê di hilbijartinên di meha pûşper a sala 2015an de piranî ya di perlementoyê de wenda kir, dest pê kir. Ji ber ku êdî AKP nikarîbû bi tena serê xwe hikûmetê ava bike, encamên hilbijartinan jî ne pejirand û betal kir. Di meha mijdarê de hilbijartin hatin dûbare kirin. Lê di vê navberê de zext û zorî jî destpêkirin. Bi sedan kes, bi taybetî jî endamên HDPê di mîtîngan de hatin kuştin.

Di sala 2016an de dema ku Gulenistan xwestin derbeyekî bikin, vê yeke fersendekî mezin da destê hikumetê û zexta li ser hêzên muxalîf zêdetir kir. Lê ev zext û zorî ne tenê li ser Gulenistan bû, hêzên çepgir jî bi awayekî tund bi vê zordariyê re rû bi rû manin. Girtina gelek saziyên sivîl jî di vê çarçoveyê de pêk hat.

Hêvî û perspektîfên we ji bo salên pêşiya me çinin ?

Ger hilbijartinên pêşwext neyê çêkirin, di sala 2023an de hilbijartinên ji bo serokatî û parlementoyê hene. Ez bawerim ku hêzên muxalîf di van hilbijartinan de Erdogan têk bibin. Lê ger wisa nebe, li gorî min wê ev hilbijartin bibin hilbijartinên dawî û rêya serokatî ya bê dawî ji Erdogan re wê vebibe.

Hevpeyvîn û vergera ji Ingîlizî

Antoine Chollet

Cet article a été publié dans Pages de gauche n° 179 (printemps 2021).

Soutenez le journal, abonnez-vous à Pages de gauche !

webmaster@pagesdegauche.ch